• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî ligel balyozê Japonê civiya

Gulan Media March 17, 2021 Nûçe
Serok Barzanî ligel balyozê Japonê civiya
Japon dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir bike.

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Japonê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Japonê yê li Îraqê Suzuki Kotaro kir.
Di civînê de balyozê Japonê yê li Îraqê ecîbmayî bûna xwe ya li hember pêşkeftin û aramiya heyî ya li Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku aramiya heyî ya li Kurdistanê bûye handerek bo ku kompaniyên Japonî bêyî kêşe û arîşe li Kurdistanê sermayegozarî bikin û kar û çalakiyên xwe bidomînin.
Suzuki Kotaro di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku Japon dixwazê têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê di her warekî de bi taybetî di warê çandiniyê û elektirîkê de berfiretir û bihêztir bike.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî jiber hevkariyên ku pêşkêşî Kurdistanê kirine spasiya gel û hikûmeta Japonê kir û hêviya vê yekê xwest ku têkiliyên di navbera her du aliyan de berfiretir û bihêztir bibin.
Derbarê rewş û pêşhatên siyasî yên deverê de jî her du alî tekez li ser diyalog û çareseriya aştiyane kirin.
Top