• Monday, 01 July 2024
logo

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Divê em destkeftên Kurdistanê biparêzin

Gulan Media March 17, 2021 Nûçe
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Divê em destkeftên Kurdistanê biparêzin
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood di bîranîna Helebceyê de ku li Washingtonê bi awayekî vîdyo-konferans birêve çû, ragihand; Amerîka dê pabend bibe bi parastina Herêma Kurdistanê, ji bo vê mebestê jî hebûneke me ya serbazî û siyasî li herêmê heye û me çendîn milyon dolar ji bo pêkvejiyanê li Iraqê xerc kirine.

Joey Hood diyar kir: “Ew bûyera tal me han dide ku em ti car rê nedin dubarebûna wan, bi taybetî rêlibergirtina Beşar Esed û li her derê ku em guman bikin, rê nadin dubarebûnê û em rê nadin Îranê jî destê xwe bigihîne çeka atomî.”

Hood tekez kir: “Nabe em êş û janên gelê Kurdistanê jibîr bikin, bi taybetî li Iraqê. Herwiha ez bînim bîra we ku Papayê Vatîkanê li Herêma Kurdistanê li ber hezaran kes merasîma olî birêve bir, nabe ev were jibîrkirin ku Herêma Kurdistanê bihişta pêkvejiyan û biratiyê ye li Iraqê, herwiha vekirina beşeke dîrokî ye ji bo gelê Kurdistanê û nabe em van destkeftan jibîr bikin û divê em wan biparêzin, em weke Amerîkayê pabend in bi parastina van nirxan.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Joey Hood diyar kir: “Hikûmeta Amerîkayê bi çendîn cûreyan dê berdewam bibe di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê de, hebûna serbaziya me li temamê herêmê heye, hebûneke me ya siyasî ya mezin jî li Iraq û Herêma Kurdistanê heye û me ji bo vê mebestê çendîn milyon dolar xerc kirine. Me her dem hewl daye ku em vê pêkvejiyanê biparêzin, ku ev cûreyek ji parastina Herêma Kurdistanê ye.”

K24
Top