• Monday, 01 July 2024
logo

Biryarderê Lijneya Darayî: Herêma Kurdistanê 460 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê nake

Gulan Media March 17, 2021 Nûçe
Biryarderê Lijneya Darayî: Herêma Kurdistanê 460 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê nake
Biryarderê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşniyara aliyên Şîe ya derbarê radestkirina 460 hezar bermîl petrol de red dike. Biryarderê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Sefar ji Rûdawê re got: “Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ku doh êvarê gehişte Bexdayê, pêdagir e li ser wê deqa hikûmî ya proje-yasaya butçeyê ku derbarê pişka Herêma Kurdistanê de hatiye.”

Li gor proje-yasaya butçeya giştî ya sala 2021ê, Herêma Kurdistanê ji xeynî radestkirina 250 hezar bermîl petrola xav bi nirxê Kompanya Somo, divê ji sedî 50ê dahata derî û dahata federalî ya din a Herêma Kurdistanê radestî hikûmeta Iraqê bike, divê şayesteyên darayî yên navbera hikûmeta federalî û Herêma Kurdistanê ji sala 2004an ve heta 2020an bên yekalîkirin, wê demê hikûmeta Iraqê beşa butçeya Herêma Kurdistanê dişîne.

Biryarderê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê tekez kir ku şanda Herêma Kurdistanê pêşniyara aliyên Şîe ya derbarê radestkirina 460 hezar bermîl petrola rojane red dike û pêdagiriyê li ser pêbendbûna bi wê deqa hikûmetê ve dike ku di proje-yasaya butçeyê de cîh digire. Ehmed Sefar got: “Îro Çarşemê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê li ser hewldanên dawî yên derbarê proje-yasaya butçeya 2021ê de dicive.”

Parlamenterê Hevpeymaniya Saîrûn Bedir Ziyadî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku mijara proje-yaseya butçeyê demeke zêde biriye û got: “Proje gelekî paşketiye, ji ber her di bingeh de hikûmetê proje dereng şande parlamentoyê û li Lijneya Darayî jî gelekî bipaş ket.”

Bedir Ziyadî diyar kir ku niha danûstandinên dawî di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi rêya şandeke fermi birêve diçin û got: “Di dema kêm a pêş de bêguman pişt bi Xwedê digihin rêkeftinê. Herdu alî tenazûlê ji hev re dikin, eger beşekî sade jî be, daku butçe were derbaskirin bi rêkeftina hemû fraksyonên siyasî.”

Li gor Ziyadî, dengdana li ser proje-yasaya butçeyê dikeve piştî Cejna Newrozê, heta nakokî bidawî dibin û dibêje: “Em naxwazin bêyî birayên me yên li Herêma Kurdistanê deng li ser butçeyê bidin, bi kêf biçin Cejna Newrozê û hêvîdar in ew mijar çareser bibe.”

Ziyadî da zanîn ku eger rêkeftin bê kirin, roja dawî bo dengdanê Pêncşem e, yan Şemiyê dibe û got: “Bawer nakim bi wê bileziyê deng li ser butçeyê bê dayîn, dikeve piştî Cejna Newrozê.”

Rudaw
Top