Li Nîjerê di encama êrîşekê de 58 sivîl hatin kuştin
Li gorî daxuyaniya hikûmetê, kesên çekdar ên li ser motosîkletê duh li herêma Tillaberiyê li herêma Banîbangouyê li dijî otobuseke sivîlan êrîş li dar xistin.
Li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de 58 kesan canê xwe ji dest da. Li gorî îdiayên hinek çavkaniyên navxweyî jî hejmara miriyan 65 e.
Heta niha ti aliyekî êrîş negirtiyê sitûyê xwe. Lê ser wê yekê disekinin ku êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatibê lidarxistin.
Rudaw