• Monday, 01 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Tekez li ser xizmet kirina zêdetir ya Helebceyê dikin

Gulan Media March 17, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Tekez li ser xizmet kirina zêdetir ya Helebceyê dikin
dibêje lazime çekên komkujiyê werin qedexekirin.


Bo bîranîna 33mîn salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê de peyamek belav kir.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 33mîn salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê de peyamek belav kir ku naveroka peyamê wisaye;

Îro 33 sal biser kîmiyabaran kirina Helebceyê bi destê rejîma dîktator ya Besê û şehîd bûna zêdetir ji 5 hezar welatî û birîndar bûna bi deh hezaran welatiyên Kurd yên şêniyên Helebceyê re derbas dibe, bajêr wêran bû û bi hezaran welatî jî aware bûn.

Di bîranîna ticarî ji bîr neçûyî ya ev karesata mergbar ya mezin ku bi ser gelê me de hatiye, hevdem li gel rêz girtin û tewandina serê rêzdariyê li hember şehîd û qurbaniyan, weke hertim tekez li ser yek rêzî û yekdengî û bihevre bûna tevahiya alî û pêkhateyên Kurdistanê dikin, wefadariya me bo xwîna şehîdan û çarçûr nekirna berhema xebatê gelê me vê yekê ji me dixwaze.

Di vê bîranîna han de dîsa tekez li ser girîngîdan û xizmet kirina zêdetir ya Helebceyê dikin, xizmet kirina kesûkarên şehîdan, birîndaran û Helebceyê daxwaza kar û pêngavên zêdetir ji me dikin ku hêjayê Parêzgeha Helebce û şêniyên serfiraz û zilim lêkirî be.

Daxwaz dikin ku hikûmeta fedralî weke erkê exlaqî û qanûnî berpirsiyartiyên xwe li hember Helebceyê bicîh bîne û Helebce, kesûkarên qurbaniyên karesata han qerebû bike.

Herwiha daxwaz ji civaka cîhanî dikin ku berhem anîn û bikar anîna çekên komkujî qedexe bike, lazime ev xemê tevahiya cîhanê be bo parastina mirovatî, jîngeh û şaristaniyetê.

Şehîdên Helebce û tevahiya şehîdên Kurdisanê, hertim di bîra me dene û di wêcdana Kurdistaniyan de hertim zindîne.

Silav û rêz bo rihê paqêj yê wan

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

16ê Adara 2021
Top