• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Gulan Media March 16, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Dr. Mela Ebdulla Ehmed Îmam Akreyî kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bo malbata Doktor Mela Ebdulla Ehmed Îmam Akreyî;

Bi xem û kovan ve, me peyama malavayî ya Seyda Doktor Mela Ebdulla Mela Ehmed Akreyî, Endamê Mekteba Tenfîzî û Berpirsê Liqa Akrê ya Yekîtiya Zanayên Ayînê Îslamê li Kurdistanê bihîst. Em serexoşî li malbata we yên birêz dikin û xwe bi şirîkê xema we dizanin.

Em ji Xwedayê mezin daxwazkar in, giyanê wî bi beheşta berîn şad biket û sebr û hedarê bidete hemî layekî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Top