Erdogan: Aştî bi hevkarî kirina Tirkiyeyê tê dabîn kirin
![Erdogan: Aştî bi hevkarî kirina Tirkiyeyê tê dabîn kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/biden.jpg )
Dibêje bila Amerîka sozên xwe bicîh bîne.
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ku jiber siyasetên xwe yên li hember Sûriyeyê ji aliyê Ewrûpa û Amerîkayê ve bi tundî tê rexnekirin, daxuyaniyeke sosret derbarê Sûriyeyê de belav kir.
Erdogan dibêje eger Amerîka û welatên din dixwazin li Sûriyeyê aştî hebe, vê demê lazime piştîvaniya Tirkiyeyê bikin û li gel Tirkiyeyê kar bikin.
Erdogan herwiha gotiye: Lazime îdareya Amerîkayê ya bi Serokatiya Biden, sozên xwe derbarê Sûriyeyê de bicîh bîne û li gel Tirkiyeyê bihevre kar bike.
Weke tê zanîn Amerîka bi tundî derbarê Sûriyeyê de rexne li Tirkiyeyê dike û dibêje piştîvaniya DIŞIê û komên çekdar dike û di destpêka vê hefteyê de jî parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê diyar kiribû ku Tirkiye li Sûriyeyê dagîrkere û lazime ji Sûriyeyê vekêşe.