• Monday, 01 July 2024
logo

Tirkiye av li ser Rojavayê qut kir

Gulan Media March 16, 2021 Nûçe
Tirkiye av li ser Rojavayê qut kir
Tirkiye bi qut kirina avê zext li gelê Kurd li Rojavayê dike.


Şêniyên deverê rastî kêşeya bêavî hatine.

Hikûmeta Tirkiyeyê yaku bi alîkariya çend komên cîhadî çend bajar û deverên Rojavayê Kurdistanê dagîr kiriye, vê carê jî bi qut kirina avê li ser Rojavayê, zext li Kurdan dike.

Li gor zaniyariyên berdest, hikûmeta Tirkiyeyê di çarçoveya zextên han de vê carê 3 beş ji 5 beşên ava çemê Firatê li ser Rojavayê Kurdistanê qut kiriye û jiber vê yekê jî şêniyên Rojavayê Kurdistanê rastî kêşeya kêmavî hatine.

Ev sê sale Tirkiye bi qut kirina ava çemê Firatê zextan li Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike.

Ev di demekê deye ku li gor rêkeftina navbera Sûriye û Tirkiyeyê yaku di sala 1987an de hatiye îmzekirin lazime Tirkiye di her saniyeyekê de 500 metrekûp avê bo Sûriyeyê berde.

Top