• Monday, 01 July 2024
logo

Li Eyn Îsayê şerekî giran derketiye

Gulan Media March 16, 2021 Nûçe
Li Eyn Îsayê şerekî giran derketiye
Li ser riya navdewletî M4ê şerekî giran di navbera çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de derketiye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, piştî ku çekdarên ser bi Tirkiyê ve hewl dan derbasî baregehên HSDê li Eyn Îsayê bibin, şerekî giran di navbera her du aliyan de li nêzîkî gundê Melaq li rojavayê Eyn Îsayê derket.

Li gor zanyariyên Rewangehê, hejmarek kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Demek e grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine. HSD jî dibêje, ew ji bersiva wan êrîşan didin û nahêlin Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve bi pêş ve bên.

Nahiya Eyn Îsayê li başûrê rojhilatê Kobaniyê li ser riya navdewletî M4ê dikeve. Piştî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ve, hin hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê li derdora wê nahiyê bi cih bûne.

k24
Top