• Monday, 01 July 2024
logo

Endam û alîgirên heşda şebî rêya Hewlêr û Kerkûkê daxistin

Gulan Media March 16, 2021 Nûçe
Endam û alîgirên heşda şebî rêya Hewlêr û Kerkûkê daxistin
hikûmeta fedralî daxwaz kiriye wan baregeh û navendan radest bikin.


Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê jî piştîvaniya wan dike.

Îro li Kerkûkê hijmareke zêde ji endam û alîgirên çekdarên heşda şebî ku piraniya wan ser bi koma çekdar ya Esayîb Ehlîqehin, bi piştîvaniya Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî dest bi xwepîşandanê kirin.

Mebest ji xwepîşandana han diyar kirina narezayetiye li hember vegeriyana partiya demokrata Kurdistanê bo Kerkûkê ye.

Ev alîgirên komên çekdar, rêya serekî navbera Hewlêr û Kerkûkê daxistin.

Ev xwepîşandana han piştî vê yekê hat ku hikûmeta fedralî ferman bi komên çekdar yên heşa şebî kiribû ku lazime navend û baregehên PDK yên li Kerkûkê yên ku dagîr kirine vala bikin û ji wan derkevin û radestî PDKê bikin.

Ji aliyeke din ve berpirsê şaxê 3 ya PDKê li Kerkûkê Mihemed Xorşîd jî ragihand ku ev kesên han bi pere û ji aliyê parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ve hatine handan bo ku xwepîşandanê bikin û ev kesên ku li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê ne, li dijî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ne.

K24
Top