• Monday, 01 July 2024
logo

Konsulê Holandayê: Armanca me zêdetir bihêzkirina Pêşmerge ye

Gulan Media March 16, 2021 Nûçe
Konsulê Holandayê: Armanca me zêdetir bihêzkirina Pêşmerge ye
Konsulê Giştî yê Holanda yê li Herêma Kurdistanê Hans Akerboom ragihand: “Em bi pêngavên çaksazî û yekbûna hêzên Pêşmerge, geşbîn in.”

Hans Akerboom ji K24ê re ragihand: “Em weke Holanda, ligel Brîtanya, Amerîka û Almanyayê, bi hev re şêwirmendên me yên serbazî li Herêma Kurdistanê hene û di 27 projeyên cuda de em şêwirmendiya Wezareta Pêşmerge dikin. Civînên me yên berdewam hene û duh jî civîneke me hebû ligel dîplomat û şêwirmendên me yên serbazî, me behsa wan pêşveçûnan kir ku di wan 27 projeyan de hatine bidestxistin.”

Akerboom destnîşan kir: “Em weke Holanda, gelek pabend in bi yekbûna hêzên Pêşmerge di warên mûçe, budce, birêvebirin û mijarên din de. Armanca me zêdetir bihêzkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ye. Nêzîkî 15 serbazên me li Hewlêrê ne û heta salekê erkê wan parastina beşa serbazî ya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ye.”

Konsulê Giştî yê Holandayê diyar kir: “Ji destpêka îsal ve, me şiyan û hebûna xwe ya serbazî li Herêma Kurdistanê zêdetir kiriye. Niha nêzîkî 150 serbazên me erkê parastina beşa serbazî ya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê li ser milê wan e.”

Herwiha eşkere kir: “Em bi pêngavên çaksazî û yekbûna hêzên Pêşmerge, geşbîn in. Lê belê divê em vê yekê jî bizanin ku ev prose wext dixwaze.”

Hans Akerboom tekez dike: “Em piştevanî û hevkariyên xwe didomînin û em dixwazin Herêma Kurdistanê ku herêmeke ewle ye, ewletir û asayîştir bibe.”

K24
Top