• Monday, 01 July 2024
logo

Lîza Kakeyî: Vegera PDKê bo Kerkûkê dê bibe sedem dawî hatina desthilata xwesepandî

Gulan Media March 16, 2021 Nûçe
Lîza Kakeyî: Vegera PDKê bo Kerkûkê dê bibe sedem dawî hatina desthilata xwesepandî
Parlamentera PDKê Lîza Felakedîn Kakeyî dibêje vegera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo Kerkûkê tenê vegera hêz û liyaqat nabe, heman demê de vegera PDKê hêvî dê bide niştimanperwerên bajar.

Kakeyî di rûpela xwe ya taybet a tora civakî facebookê de ragehand: ‘’Vegera PDKê bo Kerkûkê tenê vegera hêz û liyaqatê nabe, heman demê de dê bibe hêvî bo niştimanperwerên Kerkûkê. Herwaha dawî hatina desthilata dagirker û xwesepandiye. Bêguman ev jî bi dilê milîsên neyasayî û erebên hewirde û kesûkarên girtiyên DAIŞê nîne.’’

Parlamentera PDKê sedemê wan gotinan jî waha pêanse kir: ‘’Milîsên neyasayî baş têdigehin ku piştî vegera PDKê dê çi tiştekî din careke din wek berê nabe û nikarin zulm li malbatên kurd bikin. Ev yek jî dê bibe sedem ku zulm û dagirkerî bi dawî bibe.’’

Herwaha got: ‘’Erebên hawirde baş têdigehên hebûna PDKê li Kerkûkê ango hebûna kelhe û mertalek bihêz bo parastina gundên kurdan û dawî hatina dagirkeriyê û ereb kirinê. Herwaha vegera PDKê ango vegera temamê wan kurdên ku pîştî 16ê cotmeha 2017ê di bin givaş û gefan de mal û deverên xwe bicîh hiştin û berê xwe dan parêzgehên din ên herêma Kurdistanê. Bê guman vegera xelkê resen bo ser cîhên xwe ye, cîhê erebên hawirde li navçeyê dê bileqe û naçar dibin ku deverê vala bikin.’’

Basnews
Top