• Monday, 01 July 2024
logo

Alinak: Divê Kurd peywendiyên xwe li gel sîstema Tirkiyê qut bikin

Gulan Media March 16, 2021 Nûçe
Alinak: Divê Kurd peywendiyên xwe li gel sîstema Tirkiyê qut bikin
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd li Bakurê Kurdistanê Mahmut Alinak, ragihand ku ger Kurd siyaseteke baş bike dikare di heyama 6 mehan de sistema li Tirkiyê bide guhertin û ew jî bi qutkirina tevahiya peywendiyên xwe ligel sistam wî welatî dibe.

Mahmut Alinak yek ji wan parlementerên Kurd bûye ku di sala 1991ê de bi dengê Kurdan ji bo cara yekemîn derbasî parlametoya Tirkiyê bibû. Ev demeke di nava partiyan de nema ye, niha jî cezakirî ye û di hepsa malê de ye.

Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci çû bajarê Qersê û serdana mala wî kir û ligel hevpeyvînek pêk anî û Mahmut Alinak di hevpeyvînê de behsa siyaseta dewleta Tirkiyê ya li hemberî Kurdan û herwiha siyaseta Kurdan a van 27 salên dawiyê dike.

Mahmut Alinak diyar kir ku di ser girtna wî ligel parlamenterên DEPê re 27 sal derbas bûne, lê heta niha di siyaseta Tirkiyê de ti guhertin çênebûye û got: “Di wê heyamê de Tansu Çiller desthilatdar bû û niha jî Recep Tayyip Erdogan desthilatdar e. Dewlata Tirkiyê dîsa milîtarîst û zorba ye. Tiştek nehate guhertin.”

Derbarê siyaseta Kurdan de jî Alinak got: “Bi rastî min dixwest ku gelek tişt di siyaseta Kurdan de bê guhertin, lê ez xemginim tiştek zêde nehate guhertin. Di heyama van 27 salan de Kurdan gelek zilm dîtin. Azmûna me gelek zêde ye, eger me heqê wê bida dewletê dê nekara ew qas zêdegaviyan bike. Siyasetek nehat kirin ku wiha bike AKP û MHP paşde gavan biavêjin. Projeyeke wiha siyasî ya Kurdan çênebû. Di vê mijarê de kêmasî heye.”

Alinak amaje bi wê yekê kir ku hemû partiyên siyasî yên Kurdan rola dîrokî nelîstin û wiha pê de çû: “Ez ne tenê behsa HDP dikim, ez behsa hemû partiyan û behsa xwe jî dikim, me rola xwe ya dîrokî nelîst. Eger me rola xwe bilîst û siyaseta sivîl bi awayekî bi bandor bixista dewrê rewşa me dê wiha nedibû. Ez her tim dibêjim ezmûna me gelek zêde ye, eger em bi dilûcan bikin em hêza me dê ji ya Mahatma Gandî zêdetir biba. Em dikarin wiha bikin ku dewlet di vê siyaseta xwe ya zilmkar de paşde gav bavêje.”

Siyasetmedarê Kurd amaje bi wê yekê kir ku eger Kurd siyaseteke baş bike dikare di heyama 6 mehan de sistema li Tirkiyê bide guhertin û got: “Em dikarin sistemê serûbino bikin. Eger em di warî siyasî, aborî û civakî de ligel sistemê peywendiyên xwe qut bikin, wê demê her tişt dê were guhertin. Em tenê di mala xwe de birûnin jî dikarin vê yekê bikin.”

Li ser pirsa “Tu dixwazî bibêjî bila HDP ji parlamentoya Tirkiyê derbikeve” Alinak wiha axivî: “Ez ji bo HDPê tiştekê nabêjim ew bixwe dê biryara xwe bidin. Ez dixwazim bibêjim em peywendiyên xwe yên aborî, siyasî û civakî ligel wê sistemê qut bikin û projeyên sivîl bixin dewrê. Wek hûn jî dizanî ez sistem zilmkar û bi zilmê li ser pêyan maye. Ez her tim dibêjim divê siyasetmedar li ber zilmê bisekinin, paşê gel. Eger êşek hebe bila were ser min û eger xweşiyek jî bila ji bo gel be. Eger em di warê siyasî û aborî de baykoteke mezin bidin destpêkirin sistem dê paşde gav bavêje.”

Pirsa “pêwîstî bi partiyeke nû heye?” Alinak wiha bersivand: “Kêmasî di hejmara partiyan de nîne, kêmasî di projeyan de heye. Partiyên Kurdî hene ya girîng ew e ku projeyên bi bandor amade bikin. Niha partiyek ku ez bikarim tevlî bibim nîne, eger hebûya ez dê biçûm min dê li deriyên xwe bixistiya, lê partiyeke wisa nîne ku li hemberî sistemê bisekîne.”

Rudaw
Top