• Monday, 01 July 2024
logo

Pêkhateyên Olî û etnîkî li dijî guhertina destûra fedralî ne

Gulan Media March 16, 2021 Nûçe
Pêkhateyên Olî û etnîkî li dijî guhertina destûra fedralî ne
hin aliyên siyasî dixwazên qanûna han li gor dilê xwe biguherin.


Dibêjin em bi ti awayî guhertinê qebûl nakin.

Li gel zêde bûna hewldanên heyî yên bo guhertina qanûna taybet bi dadgeha fedralî ya Îraqê, nerazîbûnên heyî jî zêdetir dibin.

Di vê çarçoveyê de îro nunerên pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê preskonferanseke hevbeş organîzekirin.

Di preskonferansê de diyar kirin ku guhertina qanûna dadgeha fedral beruvajî destûra fedraliye û em li dijî guhertina destûra fedralî û herwiha qanûna dadgeha fedralî ne.

Herwiha daxwaz dikin ku guhertina han di rewşeke normal û aram de were kirin û ev guhertina han nebe amûrek bo mebest û armancên siyasî û li dijî pêkhateyên olî û etnîkî jî nebe, lê niha rewş bo guhertina qanûna han ne goncawe.
Top