• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Helebce sembola qurbanîdan û xebata gelê Kurde

Gulan Media March 16, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Helebce sembola qurbanîdan û xebata gelê Kurde
dibêje emê zêdetir xizmeta Helebceyê bikin.


Di bîranîna 33 saliya kîmiyabaran kirina Helebceyê de peyamek pêşkêş kir û tekez li ser hewldan bo avedan kirina Helebceyê kir.

Di bîranîna 33mîn salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê ji aliyê rejîma dîktator ya Besê ve, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir ku naveroka peyamê wisaye;

Di bîranîna 33mîn salvegera kîmiyabaran kirina Helebce û derdorê, bi rêzdarî ve şehîdên ev tawana han ya dijî însanî ya rejîma Besê, bibîr tînin. Rejîma Besê bi çekên qedexe kirî tawaneke mezin kir û di encam de bi hezaran welatiyên medenî qetil kir û hezaran welatiyên din jî birîndar bûn ku hîn jî hinek ji wan birîndaran jiber êş û azarên birînên xwe dinalênin.

Helebce bûye nasname û sembola xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê li cîhanê de, lewre lazime hertim şehîdên ev tawana han bibîr bînin û hewldanên me jî berdewam bin bo ku hikûmeta Îraqê qerebûya kesûkarên qurbaniyan bike, û herwiha hewl bidin bo pêşî girtin ji dubare bûna genocide kirina gelê Kurdistanê, her gel, netewe û pêkhateyeke din li cîhanê de.

Hikûmeta Kurdistanê ku berhema xwîna şehîdane, hertim xizmet kirina kesûkarên serfiraz yên şehîdan bi pîwerdariya xwe ya sereke zaniye, û her wisa jî berdewam dibe.

Di çend rojên derbasbûyî de jî di çarçoveya projeyên pere pêdana parêzgehan û projeyên wezaretan de, me cîhbicîh kirina çend projeyên girîng yên xizmetgozarî li Helebceyê bi taybetî di ware rê, cade, av, elektirîk û nûjen kirina debistan û nexweşxaneyan pejrand.

Hêvî dikim di pêşerojê de jî bikaribin xizmeteke zêdetir pêşkêşî Helebce û deverên din yên Kurdistanê bikin.

Serê rêzdariyê bo şehîdên serfiraz yên Helebce û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînim û hertim di bîra me dene.

Serokwezîrê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî
Top