• Monday, 01 July 2024
logo

Şandeke Kurdistanî çûye Qahêreyê

Gulan Media March 15, 2021 Nûçe
Şandeke Kurdistanî çûye Qahêreyê
nunerên 47 welatan di kongreyê de beşdarin.


Beşdarî di kongreya diyaloga olan de dike.

Şandeke Kurdistanî bi Serokatiya wezîrê karûbarên olî Piştîvan Sadiq bi mebesta beşdarî kirin di kongreya diyaloga ol û çandan yaku li Qahêreya paytexta Misirê tê lidarxistin, serdana Misirê kir.

Ev kongreya han îro bi beşdariya nunerên 47 welatan destpê dike.

Di kongreya han de yaku ev 37mîn care tê lidarxistin, vê giftûgo li ser çanda bihevre jiyana aştiyane ya di navbera ol û çandin cuda cuda de li deverê bi giştî were kirin.

Di çarçoveya kongreya han de vê şanda Kurdistanî li gel nunerên welatên beşdar bicive û behsa çanda bihevre jiyana aştiyane ya li Kurdistanê de bike.

Top