• Monday, 01 July 2024
logo

Nêzî 400 kesên din bi Koronayê ketin

Gulan Media March 15, 2021 Nûçe
Nêzî 400 kesên din bi Koronayê ketin
7 berketî jî canê xwe ji dest dane.

155 kes jî baş bûne.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 392 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 202 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 155 berketiyên berê jî baş bûne û 7 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Top