• Monday, 01 July 2024
logo

Bi mûşekan êrişî Bab û Cerablûsê kirin

Gulan Media March 15, 2021 Nûçe
Bi mûşekan êrişî Bab û Cerablûsê kirin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, navçeyeke di bin kontrola wan de li Wanê rastî êrişeke bi mûşekan hatiye ku hatiye gotin, ew ji navçeyên hikûmeta Sûriyê hatine avêtin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li hejmara fermî ya Twitterê belav kiriye, ku hêzên wan bersiva êrîşeke bi mûşekan daye li ser navçeyên di bin kontrola wan de li bakurê Sûriyê.

Li gorî Wezareta Berevaniya Tirkiyê, rokêt ji Balafirxaneya Kiwêris a li Helebê ku li jêr kontrola rejîma Sûriyê de ye, hatine avêtin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, li herêma Terhîn ku dikeve bakur rojhilatê Babê xelkê sivîl bûye armanca wê êrişê û hejmarek kes di encamê de birîndar bûne.

Di dîmenên ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ve hatine belavkirin de, tê dîtin agir bi tenkêrên petrolê ketiye û di encamê de teqîn çê bûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku jibilî Babê, devera Hamran a Cerablûsê jî şeva derbasbûyî rastî êrişeke bi mûşekan hatiye.

Ev di demekê de ye ku roja 5ê Adarê jî heman navçeyên Cerablûs û Babê rastî êrişên mûşekî hatibûn û di encamê de 4 kes miribûn û 28 kes birîndar bibûn.

Grûpên çekdar ên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, Rûsya û hikûmeta Sûriyê wek berpirsyarên wan êrişan nîşan dabûn.

Her di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de jî tekezî li ser wê hatiye kirin, wan daxwaz ji Rûsyayê kiriye, armanckirina navçeyên Cerablûs û Babê bên rawestandin.

Rudaw
Top