• Monday, 01 July 2024
logo

Wezareta Petrolê ya Iraqê: Hevtêgihîştineke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye

Gulan Media March 15, 2021 Nûçe
Wezareta Petrolê ya Iraqê: Hevtêgihîştineke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye
Wezareta Petrolê ya Iraqê radigihîne, hevtêgihîştineke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pirsa petrolê heye.

Birîkarê Wezareta Petrolê ya Iraqê Hamid Zubeyî ragihand, “hevtêgihîştineke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pirsa petrolê heye. Em bi hêvî ne bigihin rêkeftineke dawî ku di berjewendiya welat de be.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser binemaya yasaya petrol û gazê ya Herêmê de û di çarçoveya destûra Iraqê de, weberhênanê di sektora petrolê de dike, lê heta niha ti yasayeke federalî ya taybet bi rêkxistina sektora petrol û gaza Iraqê derneketiye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya pabendbûna xwe ya destûrî de, sala derbasbûyî rêkeftinek bi Hikûmeta Baxdayê re îmze kir. Li gor rêkeftinê, Herêmê amadehiya xwe nîşan da, rojane 250 hezar bermîl petrol radestî kompanyaya Somo bike, bi mercê ku Bexda mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne.

K24
Top