Parlamentoya Kurdistanê pirtûkekî derbarê dîroka navçeyên Kurdistanî belav dike
![Parlamentoya Kurdistanê pirtûkekî derbarê dîroka navçeyên Kurdistanî belav dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/b7a36c7cb95844d64571e781e22f238e_L.jpg )
Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Yunis Rojbeyanî ji basnewsê re ragehand: ‘’Lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî herêma Kurdistanê, bo bi dokumant kirin û derxistina rastiyan li ser dîrok û erdenîgariya wan navçeyan pirtûkek bi nivîsa P.D. Xelîl Îsmaîl belav dike.’’
Herwaha got: ‘’Ew pirtûk bo karê lijneya me dê bibe cîhê pişt girêdanê, herwaha dikare wek çavkaniyek bo lêkolîn û serdanî kirina lijneyan jî bikar bê. Pir giringe saziyeke wek parlamentoyê bixwe rastî û dirustiya dîrokî ya wan navçeyan bi dokument arşîv bike û derbixe ku ew navçeyane Kurdistanî ne.’’
Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê got, Parlamentoya Kurdistanê pirtûkekî din jî dê belav bike, ew jî hemû ew biryar û yasa tê de hatine kom kirin ku taybetin bi pêngavên bicîhanîna madeya 140 ku giringe wek lijne li berdestê me be û karê lijneya me jî asantir dike.
Basnews