• Monday, 01 July 2024
logo

Parlamentoya Kurdistanê pirtûkekî derbarê dîroka navçeyên Kurdistanî belav dike

Gulan Media March 15, 2021 Nûçe
Parlamentoya Kurdistanê pirtûkekî derbarê dîroka navçeyên Kurdistanî belav dike
Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê radigehîne, Parlamentoya Kurdistanê pirtûkekî derbarê rastî û dirustiya dîroka navçeyên Kurdistanî de belav dike.

Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Yunis Rojbeyanî ji basnewsê re ragehand: ‘’Lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî herêma Kurdistanê, bo bi dokumant kirin û derxistina rastiyan li ser dîrok û erdenîgariya wan navçeyan pirtûkek bi nivîsa P.D. Xelîl Îsmaîl belav dike.’’

Herwaha got: ‘’Ew pirtûk bo karê lijneya me dê bibe cîhê pişt girêdanê, herwaha dikare wek çavkaniyek bo lêkolîn û serdanî kirina lijneyan jî bikar bê. Pir giringe saziyeke wek parlamentoyê bixwe rastî û dirustiya dîrokî ya wan navçeyan bi dokument arşîv bike û derbixe ku ew navçeyane Kurdistanî ne.’’

Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê got, Parlamentoya Kurdistanê pirtûkekî din jî dê belav bike, ew jî hemû ew biryar û yasa tê de hatine kom kirin ku taybetin bi pêngavên bicîhanîna madeya 140 ku giringe wek lijne li berdestê me be û karê lijneya me jî asantir dike.

Basnews
Top