• Monday, 01 July 2024
logo

Erebistana Siûdiyê dibistanên Tirkî girtin

Gulan Media March 15, 2021 Nûçe
Erebistana Siûdiyê dibistanên Tirkî girtin
Li pênc bajarên Erebistana Siûdiyê dibistanên bi Tirkî ders didan hatin girtin.

Rêveberê Giştî yê Xwendina Bilind û Perwerdeya Derveyî Welat ser bi Wezareta Perwerdê Ahmet Emre Bilgili da zanîn ku li pênc bajarên Erebistana Siûdiyê dibistanên bi Tirkî dersan didin hene lê hinek pirsgirêk derketine û got, “Ligel hemû hewldanan di dawiya sala 2020an de dibistanên li Mekke û Medîneyê hatin girtin.”

Parlamenterê CHPê û Endamê Komisyona Jêr a Tirkên Derveyê Welat û Komên Xizim a Parlamentoya Tirkiyê Utku Çakirozer jî ragihand ku ew biryara Erebistana Siûdiyê nayê qebûlkirin û got, “Divê pirsgirêkên di peywendiyên navbera herdu welatan de nebin sedema mexdûrbûna welatiyên Tirk ên li wê derê.”

Çakirozer, diyar kir ku girtina dibistanên Tirkî yên li Erebistana Siûdiyê “heta bibêjî cihê xembariyê” ye û ji AjansaBizim re got, “Di mijara perwerdeya Tirkî de zarokên hejmareke zêde ya welatiyên me yên li wê derê dijîn mexdûr bûne. Ev helwêst nayê qebûlkirin. Siûdiyê berhemên Tirkî jî boykot kirine, ev jî nayê qebûlkirin. Dibe pirsgirêk di navbera welatan de derkevin, lê nabe welatiyên me berdêla van pirsgirêkan bidin.”

Çakirozer da zanîn ku ev yek derencama “bitenêmabûna” Tirkiyê ye di siyaseta derve de û got, “Berê ku peywendiyên me yên baş ligel cîran, hevpeyman û welatên herêmê hebûn, niha ew peywendî têk çûne. Divê kêlî berî kêliyê Tirkiye dest ji vê siyaseta bitenêmabûnê berde û ligel cîran û welatên herêmê peywendiyên xwe baş bike. Derbarê vê helwêsta Siûdiyê de gavên pêwîst bên avêtin û pirsgirêkên di navbera welatan de welatiyên me mexdûr nekin.”

Rudaw
Top