• Monday, 01 July 2024
logo

Welatekî din jî balyozxaneya xwe li Orşelîmê vekir

Gulan Media March 15, 2021 Nûçe
Welatekî din jî balyozxaneya xwe li Orşelîmê vekir
Kosovoyê balyozxaneya xwe li Orşelîmê (Quds) vekir ku Îsraîlê wek paytext ragihandibû.

Wezareta Derve û Diyasporayê ya Kosovoyê ragihand ku balyozxaneya wan a li Orşelîmê bi awayekî fermî dest bi kar kiriye.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, berpirsên Kosovayê ji ber şewba Coronayê nekarîne di merasîma vekirina balyozxaneyê de amade bibin.

Li gor daxuyaniyê, yek ji armancên vekirina balyozxaneyê pêşxistina peywendiyên di navbera Kosova û Îsraîlê de ye û hatiye diyarkirin bi vê biryarê pêgeha Kosovayê di qada navdewletî de bihêz bûye.

Wezareta Derve û Diyasporayê ya Kosovoyê ragihandiye, bi vekirina balyozxaneyê li Orşelîmê, Kosovayê soza xwe ya pêkanîna mîsyona dîplomatîk cîbicî kiriye.

Ev di demekê de ye ku serokên Kosova û Sirbiyayê Îlona 2020an li Amerîkayê di bin serpeştiya serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump de rêkeftinek ji bo asayîkirina peywendiyên di warê aborî de îmze kiribûn.

Li gor wê rêkeftinê biryar hatibû dayîn, Kosova peywendiyên dîplomatîk li gel Îsraîlê bide destpêkirin, balyozxaneya veguhêze Orşelîmê. Herwiha biryar hatiye dayîn ku Sirbia jî balyozxaneya xwe bibe Orşelîmê.

Peymana destpêkirina peywendiyên dîplomatîk di navbera Kosova û Îsraîlê de roja 1ê Sibatê hatibû îmzekirin û heman rojê jî berpirsên Îsraîlî ragihandibûn ku wan daxwaza Kosovayê ya vekirina balyozxaneyê li Orşelîmê pesend kirine.

Kosova bi vê biryarê dibe yekem welatê misilman ku balyozxaneya xwe li Orşelîmê vedike û Orşelîmê wek paytexta Îsraîlê nas dike.

Li aliyê din ev biryara Kosovayê rastî nerazîbûna hejmareke welatan hat ku yek ji wan Tirkiye bû. Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de biryara Kosovayê weke “neyasayî” binav kir û şermezar kir.

Rudaw
Top