• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê weke tîmeke hemaheng karûbarên xwe birêve dibe

Gulan Media March 14, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê weke tîmeke hemaheng karûbarên xwe birêve dibe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê civîna wezîrên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ligel Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyek belav kir.

Ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê civîna îro roja şemiyê 13.03. 2021ê li Selahedîn li gel wezîrên Serok Barzanî peyamek belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Îro şeme 13 Adara 2021an li Selahedîn li gel tîma PDKê di nava hikûmeta herêma Kurdistanê de me serdana Serok Barzanî kir.

Di destpêka civînê de me bi kurtî behsa kar û bernameya hikûmetê, pêngavên prosesa reforman di warê petrol, pêşmerge û warên din yên curbicur û pêngavên zêdetir kirina dahata hikûmetê û pêşkêş kirina xizmetgozarî bo welatiyan, bo Serok Barzanî kir.

Me herwiha tekez li ser vê yekê kir kabîneya hikûmeta herêmê, weke tîmeke hemaheng, bihêz û bêcudatî di navbera aliyên pêkhêner yên hikûmetê, karûbarên xwe birêve dibe û hewl bo vê yekê jî dide ku bo dabîn kirina dahat û xizmet kirina xelkê, pişt bi karînên herêmê girê bide.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di asta Kurdistan, Îraq, deverê û girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê bo me şîrove kir û şîretên pêwîst jî pêşkêş kir.

Serok Barzanî herwiha destxweşî li tîma wezarî ya PDK di nava hikûmetê de kir û got: Lazime tevahiya we xwe bi xizmetkarê gelê Kurdistanê bizanin û dibe di nava çînên civakê û xelkê hejar yên welat de bin û tevahiya hewlên xwe bo vê yekê bi tevger bikin ku desthilat bi rastî û dirostî bo xizmet kirina xelkê bikar bihînin.

Serok Barzanî diyar kir ku, rêbaza Barzanî rêbaza xizmet kirina xelkê ye û lazime xelkê Kurdistanê kerameta xwe di nava hikûmeta xwe de bibîne.

Di beşeke din ji gotara xwe de Serok Barzanî piştîvaniya xwe bo hikûmeta herêmê diyar kir û daxwaz kirk u hikûmet bi mokirbûn û hêz ve, li ser prosesa reforman berdewam be û amade bûna xweî jî bo serxistina prosesa reforman diyar kir û anî ziman ku bi her awayî alîkarê hikûmeta herêmê dibe.

Basnews
Top