• Monday, 01 July 2024
logo

Kurdekî Efrînî li ser lîsteya partiya Merkel bûye namzed

Gulan Media March 14, 2021 Nûçe
Kurdekî Efrînî li ser lîsteya partiya Merkel bûye namzed
Li herêma Hessen a Almanya hilbijartinên şaredariyê birêve diçin ku yek ji berbijêran Kurdekî Efîrnê ye bi navê Nûrî Bêjo û li ser lîsta Partiya Xiristiyan Demokratan bûye namzed.

Sibe Yekşemê 14ê Adarê li sê herêmên Almanyayê; Wurttemberg, Rheinland-Pfalz û Hessenî hilbijatin hene.

Nûrî Bêjo li ser lîsteya partiya Angela Merkel, Partiya Xiristiyan Demokratan berbijêr e ji bo emdamtiya civata bajarê 138 heza kesî.

Berbijarê Partiya Xiristiyan Demokratan Nûrî Bêjo dibêje: “Siyaste derve ya Partiya Xiristiyan Demokratan bo Kurdan gelek baş e. Min piştî fikirkirina 6 mehan biryar da ji Partiya Xiristiyan Demokratan bibim namzed. Li ba wan a na heye yan jî belê heye.”

Hevbîra Nûrî Bêjo, jineke Alman e bi navê Zacharoula Bellou û di pênç salên derbas bûyî de endama civata bajarî xwe bûye û ligel Nûrî Bêjo dûbare bû namzed û ew dixwazin karên pênç salên derbas bûyî berdewamiyê bidenê.

Berbijara Partiya Xiristiyan Demokratan Zacharoula Bellou jî got: “Berî her tiştî budce seqamgîr bimîne ku mirov destê xwe vegire û kar bike. Pirsa asayişê ya girîng e. Polîsên bajarî hatine zêdekrin; niha di hefteyê de 24 demjimêran polîs bo ewlekariyê hene. Tawankariyên gencan hatine kêmkrin. Ev ew dosya bûn ên Partiya Xiristiyan Demokratan dîmokratan birîne pêş û deng li ser hatîne dan û me bicih anîne.”

Nûrî Bêjo herwiha diyar kir ku pirsa herî girîng a aborî ye û ew dixwazin rewşê vegerin berî 10 salan ku bi gotina wî wê demê rewşa aborî gelek baş bû.

Nûrî Bêjo yê xelkê Çiyayê Kurmêncê li Almanyayê dijî û ji sala 2006ê bi awayeke çalak di nav siyasetê de ye.

Rudaw
Top