• Monday, 01 July 2024
logo

Mezlûm Kobanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Ewropayê kir

Gulan Media March 14, 2021 Nûçe
Mezlûm Kobanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Ewropayê kir
Fermandarê Giştî yê HSD General Mezlûm Kobanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Ewropayê kir û tekezî li ser wan fikaran kir ku Tirkiye paqijkirina etnîkî li dijî Kurdên Sûriyê dimeşîne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî li hejmara xwe ya Twitterê derbarê biryara Parlamentoya Ewropayê ya têkildarî kiryarên Tirkiyê li Rojava û Sûriyê peyamek belav kir.

General Mezlûm Kobanî di peyama xwe de tekez kir, “Em pêşwaziya biryara Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê dikin ku tê de banga vekişîna hêzên dagirkerî yên neqanûnî yên Tirkiyê ji bakurê Sûriyê dike.”

Di beşeke din a peyama xwe de Mezlûm Kobanî dibêje, “Em fikarên parlamentoya Yekîtiya Ewropayê yên derbarê hewildanên paqijiya etnîkî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Kurdên Sûriyê parve dikin.”


Ev di demekê de ye ku Parlamentoya Ewropayê (PE) di 10emîn sala destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê de raportek belav kiribû û tê de behsa kiryarên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatibû kirin.

Di wê raporta bi navê “10 sal piştî şer-serhildana Sûriyê” de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wek hevpeyman hatibû nasandin û hatibû gotin, “Tirkiyê bi awayekî neyasayî herêm dagîr kiriye.”

Di biryara PEyê de hatibû gotin, “Tirkiye, axa ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dabû, di Cotmeha 2019an de tevî dagirkirinê, li dijî hiqûqa navdewletî ji bo ku êrişî deverên bakurê welêt bike, ku bi piraniya wê ji warên niştecihên Kurdên Sûriyê pêk tê, ji 2016an vir de raste rast destwerdana Sûriyê dike. Ji ber van çalakiyên Tirkiyê hinek endamên Yekîtiya Ewropayê firotina çekan bo Tirkiyê bi fermî dane sekinandin.”

Her di wê biryarê de behsa wê hatibû kirin ku şervanên HSDê di şerê dijî DAIŞê de roleke wan a sereke hebûye.

Rudaw
Top