• Monday, 01 July 2024
logo

Şanda hevpeymaniya cîhanî serdana eniyên pêş yên pêşmerge kir

Gulan Media March 14, 2021 Nûçe
Şanda hevpeymaniya cîhanî serdana eniyên pêş yên pêşmerge kir
beriya niha jî li çiyayê Qereçoxê bordimana DIŞIê hatibû kirin.


Ji aliyê Fermandar Sîrwan Barzanî ve hatiye pêşwazîkirin.

Îro şandeke hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê bi mebesta nirxandina rewşa heyî ji nêz ve, serdana sengerên eniyên pêş yên hêzên pêşmerge kir û ji aliyê Fermandarê mihwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî ve hate pêşwazkirin.

Sîrwan Barzanî li ser rûpela xwe ya taybetî ya fecbookê nivîsandiye ku armanc ji serdana şanda han, agehdar bûn ji rewşa ewlekarî û leşkerî ya deverê, nirxandina rewşê, çawetiya raber kirina tedbîrên nû li hember liv û tevgerên DIŞIê û bersifdana her cure êrîşeke terorîstên DIŞIê ye.

Weke tê zanîn beriya du rojan jî balefirên hevpeymaniya cîhanî bi qasî 24 seatan bordimana pêgehên terorîstên DIŞIê li çiyayê Qereçox û derdorê Mexmûrê kiribûn.
Top