• Monday, 01 July 2024
logo

Misir bersifa Tirkiyeyê da

Gulan Media March 14, 2021 Nûçe
Misir bersifa Tirkiyeyê da
dibêje lazime Tirkiye destwerdanî di karûbarên welatên erebî de neke.


Dibêje tişteke wisa tuneye.

Piştî ku duhê wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawuşoglû gotibû ku Tirkiye û Misir kar li ser normal kirina têkiliyên xwe dikin û niha danûstandina navbera her du aliyan de di asta dîplomatîkî de didome, Misir jî bersifa Çawûşoglû da.

Li gor nûçeya ajansa MENA ya Misirî, rayedarekî wezareta derve ya Misirê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, gotiye: Misir bo ku têkiliyên xwe normal bike, li hêviya vê yekê ye ku Tirkiye rêzê jî qanûnên navnetewî bigire, destwerdanî di karûbarên welatên din yên Erebî de neke.

Ev rayedarê Misirî herwiha diyar kiriye ku jixwe di asta meslehetgozar de têkilî di navbera her du aliyan de hebûne û niha jî didomin lewre em nikarin bêjin ev yek di asta dîplomatîkî dene.

Weke tê zanîn duhê jî Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî gotibû ku her du alî di asteke bilind de dest bi diyalogê kirine.
Top