• Monday, 01 July 2024
logo

Birayê Pêşmergeyê Şehîd: Cihê ku Tariq şehîd bû, rêyeke sereke ye

Gulan Media March 14, 2021 Nûçe
Birayê Pêşmergeyê Şehîd: Cihê ku Tariq şehîd bû, rêyeke sereke ye
Sabir Qadir, Birayê Pêşmergeyê Şehîd Tariq Qadir diyar kir: “Cihê ku birayê min lê şehîd bû, rêyeke sereke ye û ji gund kîlometreyek dûr e.

Pêşmerge Tariq Qadir çend sal bû li nexweşxaneyan digeriya, da ku hevjîn û keça xwe tedawî bike, lê şeva din ji ber bombeyeke ku ji aliyê PKKê ve hatibû vedan, şehîd bû.

Şeva din li sînorê nahiya Sîdekan, bombeyeke ku ji aliyê endamên PKKê ve hatibû vedan, bi wesayîtekê de teqiya û di encamê de Pêşmerge Tariq Qadir şehîd bû û Pêşmerge Mizefer Ferhad jî birîndar bû.

Sabir Qadir, Birayê Şehîd Tariq ji K24ê re diyar kir: “Cihê ku birayê min lê şehîd bû, rêyeke sereke ye û ji gund kîlometreyek dûr e. Ew der rêyeke serbazî nîne, em nizanin çima PKKê mayîn li wê daniye.”

Herwiha eşkere kir: “Birayê min ji sala 1997an ve Pêşmerge ye û sê keç û kurekî wî hene, hevjîn û keça wî çend sal in tûşî nexweşiyeke demdirêj bûne, çendîn car ji bo tedawiyê serdana nexweşxaneyên Hewlêr, Duhok û Tehranê kiriye.”

Sabir Qadir ragihand: “Berî niha jî pismamê min bi destê çekdarên PKKê hat şehîdkirin.”

Qadir diyar dike: “Piştî bûyerê ji aliyê Pêşmergeyê ku birîndar bû (Mizefer Ferhad) em hatin agahdarkirin ku mayînd teqiyaye û ew çûne nexweşxaneyê.”

Sabir Qadir ji PKKê daxwaz dike ku şer ji devera wan dûr bixe û eniyên xwe bibe nav axa Bakurê Kurdistanê.

Li ser vê mijarê, Fermandarê Fermandariya Helgurd a Hêzên Pêşmerge Behram Erîf Yasîn ji K24ê re ragihand ku bû demek, PKKê dest bi vedana mayînan kiriye û vê jî metirsiyeke mezin bo jiyana welatiyan derxistiye holê.

K24
Top