YE: HSD hevpeymanê me ye û Tirkiye jî dagîrkere
![YE: HSD hevpeymanê me ye û Tirkiye jî dagîrkere](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/tirkiye.jpg )
Parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê bi minasebeta 10 saliya şerê navxwe yê Sûriyeyê bernivîsa qeraran belav kir.
Di bernivîs nameya parlementoya Ewrûpayê de hatiye diyarkirin ku HSDê hevpeymanê Yekîtiya Ewrûpayê ye û Tirkiyeyê liwir dagîrkere jiber ku bi awayeke derqanûnî liwir xwe û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê, bicîh kiriye.
Di beşeke din ya bernivîs nameya han de daxwaz ji Tirkiyeyê hatiye kirin ku hêzên xwe ji Bakûrê Sûriyeyê ( Rojavayê Kurdistanê) vekêşe.
Herwiha hatiye gotin ku HSD hevpeymanê serekî yê Ewrûpayê ye û di şerê dijî DIŞIê de roleke gelek girîng û dîrokî lîstiye.
Ji aliyeke din ve wezareta derve ya Tirkiyeyê jî dilgiraniya xwe ya li hember ev bernivîs nameya Parlementoya YE diyar kiriye û gotiye emê vê yekê qebûl nekin.