• Monday, 01 July 2024
logo

HPG: Ti têkiliya me bi teqîna Sîdekanê re nîne

Gulan Media March 14, 2021 Nûçe
HPG: Ti têkiliya me bi teqîna Sîdekanê re nîne
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihand ku têkiliyan wan bi teqîna Sidekanê re nîne ku di wê teqînê de pêşmergeyek şehîd bibû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê derbarê teqîna li Sidekanê daxuyaniyeke niviskî da û red kir ku destê wan di wê teqînê de hebe.

Şeva derbasbûyî li herêma Sîdekan a ser bi qezaya Soranê ve ku girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye, di dema derbasbûna wesayîta 2 Pêşmergeyan de teqînek çê bû.

HPG di daxuyaniya xwe dibêje ku hêzên me ji wê teqînê ne berpirs in.

Di daxuyaniya HPGê de wiha hate gotin: “12 Adarê li herêma Sidekanê teqînek çêbûye, di vê teqînê de yek pêşmegeyê PDKê jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye. Têkilî vê rûdanê hin nûçe hatine çêkirin û tevgera me berpirs hatiya nîşandan.

Ev rûdana biêş li tengava Sidekanê ya qada Sidekan a herêma Xakurkê çêbûye. Cihê navborî hê ji dema Sedam ve gelek mayin lê hatine danîn. Salên 2019-2020an jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Xakurkê jî hin cih hatine mayinkirin. Hem gelê herêmê û hem jî rayedarê herêmê yê PDKê hatiye agahdakirin ku ev dever qadeke leşkerî û mayinkirî ye û hişyariyên hewce hatine kirin. Lê 12ê Adarê li gel ku ev hêl hemû dihatin zanîn jî hêzên PDK'ê çûne eraziya mayinkirî û bi encama vê rûdana biêş çêbûye. Ti têkiliya hêzên me bi vê rûdanê re nîne û ji vê teqînê hêzên me ne berpirs in.”

Çi bibû

Şeva 12 Adarê li herêma Sîdekan a ser bi qezaya Soranê ve ku girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye, di dema derbasbûna wesayîta 2 Pêşmergeyan de teqînek çê bû û pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da û pêşmergeyek jî birîndar bû.

Fermandarê Fermandariya Helgurd a yekeya 80, Lîwa Behram Erîf Yasîn, ji Rûdawê re ragihand, “Erkê wan pêşmergeyan li Balekatiye û xelkê navçeyê bûn. Xwestine serdana gundê xwe bikin û li tengava Sînganê a ser bi Sîdekanê ve TNT bi otomobîlan wan ve teqiyaye.”

Bi gotina Lîwa Behram, “TNT nû bûye û di çend rojên derbasbûyî de ji aliyê gerîlayên PKKê ve li wê herêmê hatiye danîn.”

Rudaw
Top