• Monday, 01 July 2024
logo

Parlamenterê AK Partiyê: Ev biryar tunehesibandina Kurdan e

Gulan Media March 13, 2021 Nûçe
Parlamenterê AK Partiyê: Ev biryar tunehesibandina Kurdan e
Karvedanên li ser cihnedana Kurdî di projeyeke bo jinan de li Tirkiyê ji aliyê Emniyetê ve berdewam in. Parlamenterê AK Partiyê yê Erdaxanê jî nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ev biryar tê wateya tunehesibandina gelê Kurd.

Rêveberiya Giştî ya Emniyeta Tirkiyê, çend roja ji bo rûbirûbûna tundûtûjiya li beramber jinan projeyek bi 6 zimanan dabû destpêkirin, lê cih bi zimanê Kurdî nedabû û ev biryar rastî nerazîbûneke mezin hatibû.

Herî dawî jî parlamenterê AK Partiyê yê Erdexana Bakurê Kurdistanê Orhan Atalay nerazîbûna xwe derbarê helwesta li hember zimanê Kurdî derbirî û got, “Tunehesibandina zimanekî tunehesibandina wan kesan e ku bi wî zimanî diaxivin.”

Orhan Atalay li hejmara xwe ya Twitterê got, “Tunehesabinadina zimanekî, bi kêmanî, tunehesibandina kesên bi wî zimanî diaxivin e. Ti îzaha tunehesibandina gelekê nîne ku yek ji hêmanên qedîm ên vî welatî ye.”

Ew parlamenterê AK Partiyê di wê peyama xwe de bang li aliyên peywendîdar jî kir û got, “Hêvîdar im kêmasiya di projeya KADESê de di demeke kurt de bê jinavbirin û Kurdî jî cihê xwe di nav zimanên bira de cihê xwe bigire.”






Rêveberiya Giştî ya Emniyeta Tirkiyê di çarçova rûbirûbûna tundûtûjiyê û parastin û piştgiriya bo jinan de, li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê projeyeke bi navê KADES dabû destpêkirin.

Rêveberiya Giştî ya Emniyeta Tirkiyê di daxuyaniyekê de destpêkirina wê projeyê bo piştgiriya jinan ragihandibû û aşkere kiribû ku dê bi 6 zimanan xizmetguzarî bê pêşkêşkirin.

Di çarçova wê projeya bi navê “Piştevaniya Bilez Bo Jinan” de li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, bi zimanên Tirkî, Rûsî, Fransî, Erebî, Farisî û Îngîlîzî xizmetguzarî tê pêşkêşkirin.

Lê tevî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan jin hene ku jibilî Kurdî ti zimanekî din nizanin, Emniyeta Tirkiyê cih bi zimanê Kurdî nedaye û ev yek rastî nerazîbûneke mezin hat.

Hejmareke zêde ya siyasetmedar, nivîskar, hunermend û xelkê, nerazîbûn nîşanî wê biryara Emniyeta Tirkiyê dan û daxwaz kirin ku zimanê Kurdî jî li wê projeyê bê zêdekirin.

Rudaw
Top