• Monday, 01 July 2024
logo

YE bikaranîna derziya Johnson & Johnson pesend kir

Gulan Media March 13, 2021 Nûçe
YE bikaranîna derziya Johnson & Johnson pesend kir
Yekîtiya Ewropayê (YE) derziya kompaniya Johnson & Johnson ku Ajansa Dermanan ya Ewropa pêşniyara pesendkirinê li YE kiribû, ji bo bikaranînê pesend kir

Endama Komîsyona Tendurustiya YE Stella Kyriakides, li ser hesabê xwe yê torên civakî ragihand ku wan weke YE biryara daketina bazarê ji bo derziya kompaniya Johnson & Johnson dane.

Bi vî awahî li gora ku Kyriakides dibêje, hejmara derziyên ku li Ewropa li dijî korona têne bikaranîn gihîşt e 3 derziyan. Her wiha dibêje, ewê ji bo çareserkirina gihandin û radestkirineke bê pirsgirêk, li gel kompaniyê berdewam kar bikin.

YE beriya niha derziyên kompaniyên BioNTech-Pfizer, Moderna û AstraZeneca pesend kirine.

Li gorî ajansa dermanan ya Ewropa EMAyê, derziya Johnson & Johnson ji bo kesên di ser 18 saliyê re dikare were bikaranîn, yek derzî tenê ye û encamên lêkolînên klînîkî eşkere dikin ku bandora wê ya têkbirina koronayê ji sedî 67 e.

Ew heta 3 mehan bê problem di sarincê de tê parastin.

Li aliyê din Danîmark û Norwêcê bikaranîna derziya Kompaniya AstraZeneca ragirtin

Rayedarên Danîmarkî dibêjin, piştî bikaranîna derziyê di xwîna hinek kesan de tîr bûn çêbûye û ji ber vê bikaranîna wê rawestandi ne. Piştî vê daxuyaniyê, Norwêcê jî bikaranîna AstraZeneca rawestand.

Bi heman awayî, Îtalya jî bikaranîna beşekî baş ji derziya AstraZeneca qedexe kir.

Saziya Tendurustî ya Danîmarka ragihand ku ji ber bandorên wê yên lawekî wan derziya AstraZeneca heta demekê rawestandi ne. Saziya Tendurustî diyar kir ku piştî derziyê xwîna hinek kesan tîr bûye û ji ber vê wan rawestandi ye. Jineke 60 salî jî piştî derziyê canê xwe jidest daye.

Saziya Tendurustiya Danîmarkî hîna jî pêwendiya di navbera derziyê û tîrbûna xwînê de piştrast nekiriye.

Ji sedî 70ê ji derziyên ku li Danîmarka hatine bikaranîn yên kompaniya BioNTech/Pfizer in û ji sedî 4 jî yê Moderna ne.

Piştî Danîmarkayê, Enstîtuya Tendurustî ya Norwêcê jî ragihand ku wan bikaranîna derziya AstraZeneca rawestandi ye.

Rudaw
Top