• Monday, 01 July 2024
logo

Mustafa Ozçelîk: Kurdistan navê welatekî ye û rastî ye

Gulan Media March 13, 2021 Nûçe
Mustafa Ozçelîk: Kurdistan navê welatekî ye û rastî ye
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ragihand Kurdistan navê weletekî ye û rastî ye û Kurdistan di gelek belgenameyan de hatiye qebûlkirin û pesendkirin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebookê bi serenava ‘’Kurdistan welatê me ye, azadî daxwaza me ye’’ nivîsek belav kir û tê de ragihand: ‘’Li Başûrê Kurdistanê hinek hunermendan, bi minasebeta seredana Birêz Papa ya ji bo Başûrê Kurdistanê, ji bo derxistina Pûleke ku wêneyê Birêz Papa û yê Nexşeya Kurdistanê li ser bûn çend pêşniyarî anîne.

Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistanê Birêz Cotyar Adil diyar kir ku ‘Bi awayekî guncaw dê pûl li gorî Destûrê û hiqûqê bên dîzaynkirin. Hunermendan çend pûlên ku dixwestin werin çap kirin dîzayn kirine, lê heta nuha tu biryara pesendkirinê nehatîye dayîn’. Ev Pûla ku hatîye pêşniyar kirin bi taybetî bû sebebê êrîşa Dewleta Tirkîyeyê û ÎranêKurdistan wek coxrafî, neteweyî, sîyasî, dirokî navê welatekî ye. Ev rastîya, di gelek biryar û dokumentên fermî yên Dewleta Osmanî û Dewleta Tirkîyeyê de jî hatîye qebûl kirin. Lê rayedar, sîyasetmedar, dîroknas û nivîskarên Dewleta Tirkîyeyê her xwestine vê rastîya dîrokî tune bihesibînin. Îro jî li Tirkîyeyê partîyên di desthilatê de ne û yên di mixalefetê de ne, ji bo rikberîya di navbera hev de, nexşeya Kurdistanê ji xwe re dikin sebebeke êrîşê.’’

Herwiha Ozçelîk beramber bertekên pûla nexşeya Kurdistanê jî de nivîsiye: ‘’Nexşeya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ne cara yekeme ku hatîye bikar anîn. Di gelek belge û dezgehên fermî yên Rêveberîya Herêma Kurdistanê de wek Alaya Kurdistanê , Nexşeya Kurdistanê jî hatîye bikaranîn. Partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê û Rêveberîya Federe ya Herêma Kurdistanê pir bi zelalî behsa perçebûna Kurdistanê kirine, dikin û ev Nexşeya Kurdistanê her parastine.

Wek her caran gava mesele dibe meseleya Kurdistanê, Dewleta Tirkîyeyê, Îranê, Iraqê û Sûrîyeyê her dibin hevalbendên hev.’’



Ozçelîk helwêstên hizbên Tirkiyê jî rexne kiriye û wiha nivîsîye: ‘’Bi minasebeta vê Pûlê careke din îspat bû ku, gava mesele bibe meseleya Kurdistanê, çi Tifaqa Cûmhûr, çi Tifaqa Milet, çi DEVA Partî, çi Gelecek Partî, ji serî heta binî hemû partîyên Tirkan dibin yek. Di eslê xwe de hemû partîyên Tirkan wazîfeyên xwe bicîh tînin. Lê di rêyeke şaş de ne. Tune hesibandina Heyvê çawa karekî bê wate be, tune hesibandina Kurdistanê jî ewqas karekî bê wate ye, ji rastîyê dûr e.Li Tirkîyeyê jî hemû hêzên ku li ser dijayetîya Kurd û Kurdistanê sîyasetê dikin, ev Pûla ji xwe re kirin hecet û hesûdî û tirs û kîn û nefreta xwe dan der.’’



Di beşeke din a nivîsa xwe jî de Ozçelîk helwêsta HDPê beramber nexşeya Kurdistanê jî rexne kiriye û wiha gotiye: ‘’Li ser pirseke di heqê vê Pûlê de, Meral Daniş Beştaş a parlamenter û rêvebera HDPyê, li himberî nav û Nexşeya Kurdistanê û li himberî Birêz Serok Mesûd Barzanî bi ûslûbeke bêberpirsiyarî, helwesteke bêrîzîyê nîşan da.HDP ya ku xwe wek ‘Partîyeke Tirkîyeyî’ pênase dike û dibêje ’Cimhûrîyeta Demokratîk, Netewa Demokratîk, Welatê Hevbeş’; carina xwe li karên ku ne karê wê ye radikişîne, dixwaze pêşkêşîya ‘Tifaqa Kurdistanî’ û ‘Kongreya Netewî’ bike; carina jî wek ku Meral Daniş Beştaşê kirîye, li navê Kurdistanê jî xwedî dernakeve.

Aşkereye ku, partîyeke ku nikaribe hebûna Kurdistanê jî qebûl bike û biparêze , dê nikaribe bibe ‘Partîyeke Tirkîyeyî ya Demokrat’ jî. ‘’

Basnews
Top