• Monday, 01 July 2024
logo

WHO: Heta niha ji ber vaksînê kes nemir

Gulan Media March 13, 2021 Nûçe
WHO: Heta niha ji ber vaksînê kes nemir
Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) ragihand; heta niha ji ber lêdana vaksîna dijî Covid-19ê kes nemiriye û ji bo bikaranîna bilez, ji vaksîna Johnson and Johnsonê re jî destûr hatiye dayîn.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus li navenda rêxistinê ya li welatê Swîsre bajarê Cinêvê bi rêya vîdyo-konferansê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Tedros Adhanom Ghebreyesus eşkere kir ku li seranserê cîhanê heta niha zêdetirî 335 milyon derziyên dijî koronayê hatine lêdan û ji ber vaksînê kes nemiriye, lê ligel vê, ji ber vîrusê herî kêm 2,6 milyon kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ghebreyesus destnîşan kir; her ku dema belavkirina vaksînê dirêj dibe, bêjtir mirov dimirin.

Herwiha Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku ji bo bikaranîna bilez, destûr dane vaksîna Johnson and Johnson û ev vaksîn 4emîn vaksîn e ku WHO destûra bikaranîna wan daye.

K24
Top