• Monday, 01 July 2024
logo

Rûsya û Sûriye: Kampa Holê ji bin kontrolê derketiye

Gulan Media March 13, 2021 Nûçe
Rûsya û Sûriye: Kampa Holê ji bin kontrolê derketiye
Rûsiya û Hikûmeta Sûriyê di daxwiyaniyeke hevbeş de ragihandin, ku ji ber zêdebûna hejmûna DAIŞê, Kampa Holê ji bin kontrola Rêveberiya Xweser derketiye.

Serokê Navenda Îdareya Berevaniya Niştîmanî ya ser bi Wezareta Berevaniya Rûsiyê ve, Mikhail Mezentsev û Wezîrê Rêveberiya Xwecihî yê Hikûmeta Sûriyê Hisên Mexlûf, di daxwiyaniyeke hevbeş de, dilgiraniya xwe li hember têkçûna rewşa kampa Holê ya li başurê rojhilatê Hesekê nîşan dan û gotin, ku rewşa wê kampê gihiştiye asteke metirsîdar û diyar kirin, ku ji ber zêdebûna hejmûna DAIŞê, Kampa Holê ji bin kontirola Rêveberiya Xweser derketiye.

Di daxwiyaniyê de herweha hatiye, kesên ku di Kampa Hokê de dimînin, bi taybetî ya zarokan rûbirûyî gefa tundrewiyê dibin û diyar kirin, ku divê welatên ku welatiyên wê di Kampa Holê û kampên din yên bakurê rojhilatê Sûriyê de dimînin, kar bikin wek Rûsiya welatiyên xwe vegerînin.

Rûsiya û Hikûmeta Sûriyê tekez kirin, ku Amerîka û hevpeymanên wê kar dikin, ku rewşa Sûriyê aram nebe û eşkere kirin, ku dûrpêçên wan ku bi neyasayî binav kirin, di xeniqandina Sûriyê de berdewam dibe.

Rudaw
Top