• Monday, 01 July 2024
logo

Rojhilat – 13 kurd ji ber şermezarkirina êrişa Tirkiyê li ser Rojava bi zîndan û lêdana qamçîyan hatin mehkûmkirin

Gulan Media March 13, 2021 Nûçe
Rojhilat – 13 kurd ji ber şermezarkirina êrişa Tirkiyê li ser Rojava bi zîndan û lêdana qamçîyan hatin mehkûmkirin
13 welatiyên kurd yên xelkê bajarê Merîwanê, ji ber ku êrişa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kiribûn, ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi sizayên giran hatin mehkûmkirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, di nav çend rojên borî de gelek welatiyên kurd yên xelkê bajarê Merîwanê, ji ber ku êrişa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kiribûn, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatin dadgehîkirin.

Li gorî agahiyan, di nav wan de 13 kes bi tohmeta “xirakirina asayişa netewî” bi sizayên giran hatin mehkûmkirin.

Her yek ji wan welatiyên kurd, bi 6 meh zîndan û 30 qamçî hatin mehkûmkirin.

Li gorî qanûnên Îranê, ew kesên ku sûcek gelek “kirêt” kiribe, bi lêdana qamçîyan tê mehkûmkirin.

Navê wan kesên ku hatine sizadan, ev in:

Fuad Yûsifî, Efşîn Rehmanî, Kemal Konepoşî, Seyîd Umîd Secadî, Şehab Zemanî, Mubîn Nadirî, Tarîq Rostemî, Diyako Taba, Hîmet Kerîmî, Mehdî Tariqî, Seyîd Umêd Heperest, Elî Yaqûbî, Mihemed Nadirî.

Ew welatiyên han roja 12 Cotmeha 2019 êrişên artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kiribûn, paşê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibûn girtin.

Basnews
Top