• Monday, 01 July 2024
logo

Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê derbarê Demîrtaş û Kavala de biryar da

Gulan Media March 13, 2021 Nûçe
Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê derbarê Demîrtaş û Kavala de biryar da
Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê biryara ku di derbarê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de wergirtiye ragihand. Komîteya Wezîren biryar da ku ji bo Kavala ji Wezîrê Dervê yê Trikiyê re name bişînin û bo Demîrtaş jî di derbarê biryara ku DMME dabû pêvajoya venêranê destpêkir.

Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê ji bo Demirtaş û Kavala, ku tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) serbst nehatine berdan, pêvajoya venêranê da destpê kirin.

Di civîna Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê de hat ragihandin ku pêvajoya derbarê doz û berdewamiya girtina Kavala ne li gorî biryarên DMME ye. Komîte, lixwegirtinên di derbarê pabendî û cibicîkirina biryarên DMME cardin bibîr xist.

Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê ku li Strasbourgê li ser mijara biryarên DMME civiyan, biryar dan ku Osman Kavala ne tenê di civînên mijara DMME de li ser bisekinin lê belê di hemû civînan de bikin rojevê. Ji hefteya bê şûnde di civînên ku balyozên 47 welatan re bên kirin de madeya rojeva Kavala lê zêde bikin û dikaribin ji Enqereyê agahiyan bixwazin.

Ji ber girtîmayina Kavala, Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê dê nameyek ji aliyê Wezareta Derve ya Almanya ve, ku serokatiya Yekîtiya Ewropî ya serdemê dike, ji Enqereyê re were şandin.

Komîteya Wezîran ji bo Heserokê berê yê HDPê Demîrtaş jî di derbarê biryara ku DMME dabû pêvajoya venêranê destpêkir.

Komîte diyar kir ku li gor biryarê bo Demîrtaş “Divê demildest serbest bê berdanê”

Herwiha komîte teza Enqerê ya “Demîrtaş niha ji ber biryareke ku ne di çarçoveya biryara ku DMME daye de tê girtin” red kir û ji ber ku “Ev tez berê ji aliyê DMME ve hat vekolandin û hat redkirin” li Enqerê vegerand.

Komîte diyar kir ku eger Demîrtaş serbest neyê berdan, mijarê di civîna Hezîrana 2021an de dê dîsa bînin rojevê.

Ev di demekê de ye ku Daîreya Mezin ya DMME roja 22yê Berfenbara 2020an biryar dabû ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.

Daîreya Mezin ya DMME ku ji 17 dadgeran pêk tê li dijî 2 dadgeran 15 dadgeran biryar dan ku Demîrtaş demildest bê berdan.

Herwiha çend roj berê jî Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê (PE) li ser mijara “rewşa girtina Selahattîn Demîrtaş û girtiyên siyasî yên din” civînek lidar xist û civînê de pêşnûmebiryarek hat pesendkirin ku tê de tê xwestin, Demîrtaş demildest bê berdan.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li bajarê Edîrnê di girtîgehê de ye.

Rudaw
Top