• Monday, 01 July 2024
logo

Kazimî Fermandarên leşkerî pîwerdar kir

Gulan Media March 13, 2021 Nûçe
Kazimî Fermandarên leşkerî pîwerdar kir
duhê bi şev terorîstên DIŞIê 7 endamên malbetek kuştibûn.


Dibêje lêkolînê ser kuştina 7 kesan bikin.

Piştî ku eşkere bû, duhê bi şev terorîstên DIŞIê li Parêzgeha Selahedînê 7 endamên malbetekê bi awayeke hovane kuştine, Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî li gel Fermandarên leşkerî civiya.

Di civînê de Mistefa Kazimî, Fermandarên leşkerî yên li deverê û aliyên têkildar pîwerdar kiriye daku lêkolîneke hûr li ser ev bûyera han bikin.

Ji aliyeke din ve her îro danê sibê wezîrê navxwe yê Îraqê li gel hijmareke Fermandarên leşkerî û ewlekarî serdana cîhê bûyerê kir.
Top