• Monday, 01 July 2024
logo

NY derbarê rewşa xerab a Sûriyê de hişyariyê dide

Gulan Media March 13, 2021 Nûçe
NY derbarê rewşa xerab a Sûriyê de hişyariyê dide
10 sal di ser kirîz û şerê navxwe yê Sûriyê re derbas bûn. Li gor Neteweyên Yekbûyî niha xelkê navxwe yê Sûriyê di xerabtirîn rewşê re derbas dibin.

Ji 2020an ve ji ber daketina bihayê lîreyê Sûrî û qedexeya Coronayê ji sedî 60ê xelkê navxwe yê vî welatî birçî ne, waea 12.4 milyon welatiyên Sûriyê bi zehmetî xwarinê peyda dikin û kêm ji wan sê danan xwarinê dixun.

Arif Hisê, Aborînas li Programa Xwarinê ya Cîhanî, dibêje, “Li ba te Corona heye, li ba te herrifandina bihayê lîre heye û koçberbûna bikom heye. Lewra dema tu van hemû sedeman kom bikî, divê tu ji ber nebûna ewlekariya xwarinê û zêdebûna birçîbûnê şok nebî, ev ne tenê bi giştî, lê belê bi kûrahî jî, wate xelk îro zêde nêzîkî nêzayê bûne.”

Herwiha li gor Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê ji ber herrifandina bihayê lîre %200 nirxên keresteyên xwarinê bilind bûne, wate welatiyan ji sedî 50 hêza kirrînê jidestdane, ango 1.3 milyon welatiyên Sûrî yek danê xwarinê di rojê de dixwin û li gor Neteweyên Yekbûyî tevî vê karesata mirovî Beşar Esed dixwaze xelk wî hilbijêrin.

Um Mihemed, koçbera Sûrî,dibêje, “Rojekê hawinek li navçeya Minyan li mala me ket, hevjînê min dema ji derve hat û wêranî dît, bi gumana wî em hemû mirine, yekser celteyê lêda û mir, me zehmetiya zêde dît. Bi xwedê ji Cejna Qurbanê ve goşt derbasî mala me nebûye, û dema ez diçim bazarê ez tenê temaşeyî şînkayî dikim, jiber ez nikarim bikirrim.”

Li Tirkiyê, Lubnan, Urdun, Iraq û Misirê zêdetirî 6 milyon penaberên Sûrî dimînin. Programa Xwarinê ya Cîhanî, alîkariya 1 milyon û 500 hezarî ji wan penaberan dike, herwiha di 10 salên borî de bi birrê 6.8 milyar dolar alîkariya xelkê Sûriyê li nav û derveyî welat kiriye, lê ji dema belavbûna Coronayê niha li gor Neteweyên Yekbûyî ji sedî 50ê penaberên Sûriyê ewlekriya xwarina xwe bi rêjeya ji sedî 29 ji dest dane.

Rudaw
Top