Qasim Şeşo: Heta PKKû grubên ser bi wê li Şingalê hebin ewlehî çênabe
![Qasim Şeşo: Heta PKKû grubên ser bi wê li Şingalê hebin ewlehî çênabe](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/5831723dce14ce2e02f1873317f3d809_L.jpg )
Fermandarê fermandariya Şingalê yê hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa Şingalê xirabe. Hemû çekdar nav Şingalê de ne. Heta PKK û hêz û grubên ser bi PKKê nav Şingalê de ewlehî çênabe. Naha rewşa Şingalê pir xirabe, lewra jî xelk nikare vegere. Heta Pêşmergeyên Kurdistanê û leşkerê Iraqê li gel hev neyên nav Şingalê ewlehî jî çênabe. ‘’
Herwaha got: ‘’Hêz û grubên çekdar û nerewa nav Şingalê de zêde bûne û ev yek bûye eger ewlehî çênebe. Ew hêz û grubên nerewa nahêlin ewlehî çêbe.’’
Basnews