Iraqê ji Çînê du milyon derziyên vaksînê daxwaz kir
![Iraqê ji Çînê du milyon derziyên vaksînê daxwaz kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1615611197VACCIN.jpg )
Wezareta Derve ya Iraqê bi fermî kirîna du milyon derziyên vaksîna Sinopharm ji Çînê daxwaz kiriye, Çîn jî amadebûna xwe nîşan daye û ragihandiye ku di meha Nîsanê de karwaneke din a vaksînê bişînin Iraqê.
Ev daxwaz bi rêya pêwendiyeke telefonî ya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ligel hevtayê wî yê Çînî hatiye diyarkirin û herwiha di pêwediya telefonî de bihêzkirina pêwendiyên bazirganî yên navbera herdu welatan û rola kompaniyên Çînê li Iraqê hatiye axaftin.
Roja 2yê Adara 2021ê, yekem karwana vaksînê ji Çînê gihîşte Iraqê ku 50 hezar derzî bûn, ji wê beşê, 5 hezar derzî bo Herêma Kurdistanê hatin şandin û helmeta lêdana vaksînê dest pê kiriye, ku di destpêkê de bijîşk û karmendên tendirustiyê vaksînê werdigrin.
Rudaw