• Monday, 01 July 2024
logo

Ji sedî 85ê jinên gerîlayên jin ên nava PKKê zaroktiyê de hatine revandin

Gulan Media March 12, 2021 Nûçe
Ji sedî 85ê jinên gerîlayên jin ên nava PKKê zaroktiyê de hatine revandin
Di 8ê Adarê de PKK û medyaya PKKê xwe parêzerên jinan didin nasandin û jinên kurd beriya PKKê bi paşketî wesif dikin. Pisporê siyaseta navdewletî Awat Mistefa vê derbarê de dibêje ew tiştê PKK beramber keç û jinan dike binpêkirina mafê mirovan e û dijî hemû prensîbên exlaqî soyasî û civakî ye.

Partiya Karkerên Kurdistanê di dema damezirandina wê de gelek jin di nava wê de hebûn. Lêbelê piştî desteserkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji aliye Tirkiyê û dûrketina PKKê ji nirxên neteweyî bû sedem ku jimareya jinan din ava PKKê de kêm bibe. Ji bo wê dagirtina wê valahiyê û zêdekirina jinan PKKê biryara revandina keçên temenê wan di jêr 18 saliyê de daye û çend rêxistin ava kirine. Herwiha ligor zanyariyên ne fermî ji sedî 85ê jinên nava PKKê beriya 18 saliya wan hatine revandin.

Pisporê siyaseta navdewletî Awat Mistefa li ser keçên ji aliye PKKê ve hatine revandin ji BasNewsê re axivî û ragihand: ‘’ Rast e di nava PKKê de jimareye jinan heye. Lêbelê ligor zanyariyan zorîneya wan di jêr 18 saliyê de hatine revandin. Ya PKK kiriye binpêkirina mafê mirovan e û dijî her prensîbeke exlaqî, siyasî û komelayetîyê ye, ji bilî bikaranîna jinan di warê disiplîn û cengaweriyê û di çarçoveya hêzê de ev ne azadiya jinan e ku jinan hatibe dayîn.’’

Basnews
Top