• Monday, 01 July 2024
logo

Peyama Serokê herêma Kurdistanê ya bo bîranîna rêkeftina 11Adarê

Gulan Media March 12, 2021 Nûçe
Peyama Serokê herêma Kurdistanê ya bo bîranîna rêkeftina 11Adarê
birêzdarî ve salvegera 51mîn ya rêkeftina 11ê Adara 1970 an bibîr tînin ku berhemê şoreşa mezin ya Eylûl û têkoşîna berdewam û mukimî û îradeya bilinda gelê Kurdistanê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir bû. Di vê bîranînê de silav û rêz ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê re dişînîn ku bi navê azadiya gel û welat da canên xwe gorî kirin.

Rêkeftina11 Adarê yekem belgenameya fermî bû di dîroka nêz ya gelê Kurdistanê de ku hikûmeta Iraqê neçar kir di çarçêweya otonomiyê de hinek ji mafên wê binasêne.

Her çende hikûmeta Iraqê paşê li ser bingeha lojîkiya hêz ji rêkeftinê poşman bû û paşve vekişiya, lê belê wekî herdem îradeya gelê Kurdistanê ji bo gihîştina bi mafên xwe ji zebr û zeng û hêza çekan bihêztir bû, dawiyê de her ew rêkeftin bûye bingeha destkefta mezintir li raperîn û federaliya Herêma Kurdistanê.

Lojîka hêz û paşgezbûna li rêkeftina yanzdeha adarê, li berdewamiya şer û anîna malwêranî û karesatên zêdetir ji bo Iraqê, tişteke din lêneketiye, ji bo wê yekê bila li vê bîranê de em hemû li Iraqê pend û wane ji dîrok û şaşiyên berê werbigrîn û pêgirî destûr û hevbeşî û alîkariya di navbera xwe da bîn, heta hemû kêşeyan çareser bikîn û aramî û pêşketin û paşerojeke baştir ji bo welat û hemû pêkhatên wê mîsoger bikîn.

Rêkeftina 11 Adarê wekî çawa berhema yekgirtî û tebayî û yekrêzî û şoreşeke seranseriya hemû pêkhatên gelê Kurdistanê bû, bila bîranîna wê jî bikîn handerê tebayî û yekrêzî û pêkve kar kirin û alîkariya di navbera tevahiya aliyan û pêkhatan bi navê parastina destkeftan û çespandina sîstema federalî û mîsogerkirina mafên destûriyên gelê Kurdistanê da.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

11.03.2021
Top