• Monday, 01 July 2024
logo

Ewlekariya avê li Iraq û Herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye

Gulan Media March 12, 2021 Nûçe
Ewlekariya avê li Iraq û Herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye
Ji xeynî çeman, ava jêr zevî wek çavkaniya serekî ya ava vexwarinê tê zanîn, lê ev çend salin birra ava jêr zevî li beşekî zêde ya Herêma Kurdistanê di kêmbûnê de ye.

Ev pirsgirêk li Iraqê ciddîtire û her bo vê yekê metirsî di rojevê de ye, ku xelkeke zêde koçber bibin û beşekî wan jî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.

Nezîr Esad, Rêveberê Ava Jêr Zevî li Hewlêrê dibêje, “Ji sala 2000an ve berdewam asta ava jêr zevî kêm dibe, sedem jî nerûkûpekiya rêvebirina avê û guherîna keşûhewayê ye.”

Hejmareke çem ji Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê tên nav axa Herêma Kurdistanê, lê ev çend salin herdû hikûmetên Tirkiyê û Îranê dest bi çêkirina bendavan li ser ava çeman kirine û gelek caran jî berê avê diguherin.

Ev yek di demekê de ye, yasaya navdewletî amajeyê bi wê yekê dide, ew çemên ku sînoran li zêdetirî weltekî dibirrin, milkê giştî ne û divê birrê pêwîst ê avê bigihê tevahiya wan welatên ku ew çem di wan re derbas dibin.

Berpirsên peywendîdar bi avê jî jibo kêmbûna ava jêr zevî û kêmbûna ava çeman jiber çêkirina bendavan hişyariyê didin û di serî de guhertina rêya avê.

Ekrem Ehmed, Rêveberê Giştî yê Bendav û Kogehên Avê, dibêje, “Li nav Herêma Kurdistanê bi rastî girîngiya avê bi cidî nehatiye wergirtin. Destdirêjiyeke zêde bo ser ava jêr zevî hatiye kirin. Îdareyeke baş a me nîne.”

Herêma Kurdistanê bi rêya 17 bendavan cihê komkirina 10 milyar metir sêca av heye, bi gotina rêveberê bendavan, niha nêzîka 5 milyar metir sêca av di wan de ye.

Di destûra Iraqê de, av di 2 maddeyan de wek mijarekî desthilata federalî hatiye behiskirin, ku maddeya 110ê tekeziyê li plandanîna taybet bi siyaseta avê dike û maddeya 114ê jî behsa rengrêjkirina siyaseta samanên avê û rêkxistina wê ya dadperwerane dike.

Rudaw
Top