• Monday, 01 July 2024
logo

Peyama Serokwezîr ya bi minasebeta 51 saliya rêkeftina 11 Adarê

Gulan Media March 12, 2021 Nûçe
Peyama Serokwezîr ya bi minasebeta 51 saliya rêkeftina 11 Adarê
dibêje têkoşîna gelê Kurd hikûmet neçar kir bo cara yekem mafên gelê Kurd qebûl bike.




Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser salvegera rêkeftina 11 Adarê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser pêncî û yekemîn salvegera rêkeftina 11 Adara sala 1970 peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye: Em îro 51 saliya rêkeftina 11 Adara sala 1970 bibîr tînin ku destkeftek dîrokî ya şoreşa mezin ya Îlonê bû bi rêbertiya Barzaniyê Nemir.

Xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê hikûmeta wê çaxê ya Iraqê neçar kir bo cara yekem beşek ji mafên rewa yên gelê Kurdistanê qebûl bike. Mixabin paşê hikûmeta Iraqê rêkeftin binpê kir û dîsa vegeriya bikaranîna tundî û şer li dijî gelê Kurdistanê.

Rêkeftina 11 Adarê berhema xebat û qurbanîdana hemû çîn û pêkhateyên cuda yên xelkê Kurdistanê bû, xwast û îradeya gelê Kurdistanê bû bo pêkvejiyana aştiyane û redkirina şer û malwêraniyê. Bi vê helkeftê em dîsa pêgirî li ser çareserkirina bingehîn ya pirsgirêkên xwe bi hikûmeta federal re dikin, ew jî li ser bingeha parastin û dabînkirina mafên Destûrî yên gelê Kurdistanê û bicîhanîna bingehên sîstema federalî li Iraqê.

Serokwezîrê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

11 Adara 2021an
Top