• Monday, 01 July 2024
logo

Rojhilat – Li Xoy erd bi tundiya 4 rîxter hejiya

Gulan Media March 11, 2021 Nûçe
Rojhilat – Li Xoy erd bi tundiya 4 rîxter hejiya
Li bajarên Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya. Heta niha ziyanên wê nehatine zanîn.

Qasekî beriya niha medyaya Îranê ragihand, li bajarê Xoy li parêzgeha Ormiyê erd bi tundiya 4 rîxter hejiya.

Li gorî agahiyan, navenda erdhejê nahiya Êvoglî ye ku 11 km dûrî navenda bajarê Xoy û kûrahiya wê jî 7 km di bin erdê de bûye.

Tê gotin ku li bajarê Selmasê jî erd hejiyaye lê hîn nayê zanîn tundiya wê çend bûye.

Hîn ti agahiyek li ser ziyanên wê erdhejê nehatiye belavkirin.

Basnews
Top