• Monday, 01 July 2024
logo

Brett McGurk: Hewlêr sembola hêviyê ye

Gulan Media March 11, 2021 Nûçe
Brett McGurk: Hewlêr sembola hêviyê ye
Berpirsê Rojhilata Navîn û Başûrê Afrîkayê yê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê Brett McGurk got ku dimenên serdana papa yên Hewlêr û Mûsilê bandorê lê kiriye.

Brett McGurk li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê serdana Papa Francis ya Hewlêrê de parvekirinek kir û got “Dimenên xweş yên Hewlêrê ya ku di havîna 2014an de ji hemû baweriyan gelek kes ji DAÎŞê reviyan hatibûnê bandor li min kir.”Bi nêzikbûna cejna Paskalyayê, Hewlêr û Mûsil ji bo pêşeroja xebata dijwar, sembola hêvî û nûvekirinê ye.”

Roja 7ê Adara 2021ê, papyê Vatikanê Papa Francis serdaneke dîrokî li Hewlêrê kiribû û ji aliyê Serokê Herema Kurdistanê Nêcîrvan Barzanî ve hatibû pêşwazîkîrîn.

Papa Francis di serdana xwe ya Hewlêrê de li stadyuma Franso Herîrî ya Hewlêrê bi beşdarbuna 10 hezar kesan ayîneke dîrokî pêk anî.

Brett McGurk ku berî niha nûnerê Barak Obama Serokê wê demê yê Amerîka bo di nav hevpeymaniya dijê DAIŞê de û nûnerî wî bo karûbarê Spriyê bû , di dema idareya Donald Trump de ji kar hate avêtin , Trump di twittekê de ragihandibû ku ew Brett McGurk nas nake.

McGurk rexne ji daxuyaniyên Trump yên derbarê Rojavayê Kurdistanê girt û da xuyakirin ku biryara Trump a vekişîna hêzan weke kodetayekê bû ku berî niha wan li Sûriyê cîbicî dikir û ji ber wê dest ji kar kişand.

Herweha McGurk da xuyakirin ku ew vekişîn diyaryeke bo Tirkiyê û Rûsyayê û dê bibe sedema koçberbûna bi hezaran kesan li ser destê grûpên çekdar.

McGyrk herweha di dema referandûma Başûrê Kurdistanê de jî xwedî rol bû.

Rudaw
Top