• Monday, 01 July 2024
logo

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî: Bi kurdî pîrozbahiya roja cilûbergên neteweyî kir

Gulan Media March 11, 2021 Nûçe
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî: Bi kurdî pîrozbahiya roja cilûbergên neteweyî kir
roja çarşemê 10.03.2021ê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê Wayne Moroto di heştaga "Her bijî Kurdistan" de pîrozbahiya roja cilûbergên neteweyî ya kurdî li gelê kurd kir.

Herwiha Wayne Marotto ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê bi minasebeta 10ê Adarê roja cilûbergên neteweyî yên kurdî posteke hesabê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şîrove kir û tê de peyamek belav kir û ragihand wêneyên taybet li Herêma Kurdistanê têne belav kirin îro ji bo roja cilûbergên neteweyî û aheng tên sazkirin ku nîşaneya nasname û pêkvejiyanê ne.

Herwiha Waye Marotto amaje bi wê yekê jî kir çîrokên li pişt wam wêneyan cilûbergên nerîtî yên pêkvejiyanê kêfxweşiyê didin û nivîsa xwe bi heştega #HerbijiKurdistan bi dawî kiriye.

Basnews
Top