• Monday, 01 July 2024
logo

CHP: Erdogan li gor xwe cilan bo destûrê dide dirûtin

Gulan Media March 11, 2021 Nûçe
CHP: Erdogan li gor xwe cilan bo destûrê dide dirûtin
Amadekariyên AK Partî û MHPê bo dariştina destûreke nû, careke din li Tirkiyê nîqaşên li ser guhertina sîstema birêvebirina wî welatî germ kirine. Bi gotina Berdevkê CHPê, “Erdogan her car li gor xwe cilan bo destûrê dide dirûtin.”

Serokomarê Tirkiyê partiyên opozisyonê bi parastina destûra serdema darbeyê û xwedizîna ji amadekirina destûreke sivîl tohmetbar dike. Partiyên opozisyonê jî rexneyên dijwar li sîstema serokatiyê digrin û wek sîstemeke monopol û dîktatorî dibînin.

Faik Oztrak, Berdevkê CHPê, dibêje, “Erdogan her dema behsa guhertinên destûrî dike, berdewam her helk xesirî ye û berdewam Erdogan biser ketiye. Erdogan her car li gor xwe cilan bo destûrê dide dirûtin. Destpêkê divê biçin ba xelkê û xwe ji gunehên xwe paqij bikin, divê bibêjin me bi anîna sîstema serokatiyê xeletî kir, divê daxwaza lêborînê ji xelkê bikin.”

Serokê Komisyona Lêkolînên Mafên Mirov a Parlamentoya Tirkiyê k user bi AK Partiyê ye, tekezê li ser girîngiya guhertina destûrê dike û li gor wî pêwîst e hemû alî di pêkanîna wan guhertinan de beşdar bin.

Hakan Çavuşoglu, Serokê Komisyona Lêkolînên Mafên Mirov a Parlamentoya Tirkiyê, diyar dike, “Em heta niha bi destûra 1982an birêve diçin. Herçiqas 12 caran guhertinên berfireh jî hatine kirin, lê destûreke berhemê darbeya sala 1980an e û ruhê darbeyê çûye nav.”

Erdogan dixwaze di çarçoveya sîstema serokatiyê de destûreke nû dabirêje, lê opozisyon di wê baeriyê de ye, divê bo guhertina sîstema hikumraniyê bo sîstemeke parlamenterî guhertinên destûrî bên kirin.

Ali Babacan, Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê, dibêje, “Behsa destûra nû dikin, lê naveroka wê vala ye. Hevbeş ji hev cuda diaxifin. Her kesek û bi awayekî cuda ji destûra nû fam dike. Bi hevre dibînin ka gelo çi dikin, lê mêjiyê me zelal e, baweriya me wiha ye ku sîstema niha bilez bê guhertin bo sîstema parlamenterî, divê guhertinên destûrî bên kirin.”

Li Tirkiyê partiyên opoziyonê îddîa dikin ku Tirkiye di sala 2021ê de ber bi hilbijartineke pêşwext diçe û di wê hilbijartinê de hevrikiya xwe ligel Hevpeymaniya Cumhur yekalî dikin.

Rudaw
Top